Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP li Stenbolê Çawa Amadekarîya Hilbijartinên Adarê Dike?


Alayên HDP'ê li kolaneke Stenbolê (Arşîv)
Alayên HDP'ê li kolaneke Stenbolê (Arşîv)

Li Tirkîyê 31ê Adarê hilbijartinên heremî hene û 46 roj mane ku partîyên sîyasî kempeynên xwe bi dawî bînin.

Di van hilbijartinan de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dê bi serê xwe bikeve hilbijartinan jiber ku her du hevalbendî ew qebûn nekirin.

Tevî ku HDP rasterast piştgirî nede tifaqa CHP û Îyî Partî ji, ew bi erênî li hin berbijarên CHP’ê dinêre.

HDP’ê ji posta bajarvanîya Stenbolê re namzed nîşan nedaye û tenê ji 5 navçeyên wî bajarî (Bagcilar, Kagithane, Arnavutkoy, Esenler, Bakirkoy) re namzetên xwe ragihandine û di nav hilbijêrên wê de rexneyek cîdî ser wê biryarê tuneye.

HDP’ê, herwiha bo 7 bajarên mezin yên wek Entab, Ruha Edene, Enqere, Mersîn û Îzmîrê ji berbijar nîşan nedane.

Huda Kaya
Huda Kaya

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya ser nexşerêya partîya xwe û hilbijartinên heremî ji Dengê Amerîka re got ku ger îqtîdar di hilbijartinan serketî be, dê polîtîkayên şer, rikeberî, tekparêz dê zêdetir pêş bixe.

“Divê hemî derdorên demokratîk û yên ku dibêjin rewşa Tirkîyê ber bi başîyê ve naçe, xwe nêzîkî hev bikin.”

XS
SM
MD
LG