Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê Hasip Kaplan Jiber Twîtên Wî Şermezar Kir


Hasîp Kaplan

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser hin twîtên parlamenterê berê yê Şirnexê Hasîp Kaplan nerazîbûn nîşan da.

Kaplan îro Sêşemê li ser Twitterê ‘’Di civîna HDP’ê de, bila ti Tirk çavên xwe li şûna Demîrtaş zer neke, pêşnîyaza min ya naçizane, herkes dê hedê xwe zanibe…!’’ nivîsî.

Kaplan herwiha da zanîn ku Kurdek dê hevserok be.

HDP dê di 11’ê Sibatê de li Enqerê komcivînê li dar xîne. Li ber e ku di komcivînê de hilbijartina hevseroktîyê jî li dar keve.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ku ji Mijdara 2016’an vir ve li Hepsa Edîrne girtî ye, dîyar kiribû ku ewê de komcivînê nebe berendam.

HDP’ê ji ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê, da zanîn ku Hasip Kaplan twîteke ''nijadperest'' nivîsîye, ew şermezar kir û dîyar kir ku ti peywendîya twîtên wî û siyaseta HDP’ê bi hev re tune.

XS
SM
MD
LG