Piştî şeş salan li ser bûyerên Kobanê, di meha Îlonê de li heft bajaran operasyonek berfireh destpêkir û Ayhan Bîgen, Emîne Ayna, Nazmî Gur jî di nav de 84 sîyasetvanên Kurd hatin girtin.
Serdozgerîya Enqerê li ser bûyerên Kobanê îdianemeyek 3500 rûpel amade kir. Dadgeha Cezaya Giran ya 22’yan ya Enqerê jî li ser vê îdianame dozê qebûl kir û Doza Bûyerên Kobanê di meha Nîsanê de destpê dike.
Selahattîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag, Ayhan Bîgen, Nazmî Gur, Emine Ayna, Ayla Akat, Hatîp Dîcle, Selma Irmak, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Kamuran Yuksek, Ertugrul Kurkçu ji kuştina 53 kesan tên sûcdar kirin û di îdianameyê de weke "rêvebirên rêxistina terorê" hatine nivîsîn.
Herwiha di îdianameya dozê de endamên rêvebiriya Konseya Komelên Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan, Mustafa Karasu, Cemil Bayık, Duran Kalkan, Fehman Huseyîn, Salih Mislim, Zubeyîr Aydar, Remzî Kartal, Nurîye Kesbîr jî wek gumanbar û fermandarên bûyerên Kobanê hatine nîşandan.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.