Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi daxuyanîyeke li Dîyarbekirê, manîfestoya bo çareserîya kêşeya Kurdan ragihand.
Parlamenterên HDP’ê, berbijarên nû dildarên wê partîyê beşdarî daxuyanîyê bûn.
Hevseroka HDP’ê bi manîfestoyê dîyar kir ku di koka arîşeyên li Tirkîyê de, kêşeya Kurdan heye.
‘’Her ku kêşeya Kurdan kûr bûye pergal xitimîye û kaos çêbû. Hemî ramanên siyasî yên hebûna xwe ser redkirina Kurdan çêkirine, dawîya dawî li ser dika siyasetê wenda bûne’’ Buldanê got.
Buldanê da zanîn ku heta ku kêşeya Kurdan çareser nebe, li Tirkîyê ti arîşeyên sereke çareser nabin û dîyar kir ku rojeva çend salên dawî îspata vê yekê ye.
Hevseroka Kurdan bi berdewamî got ku kêşeya Kurdan kêşeyeke statuyê ye û da zanîn ku ew statu bo aştîya civakî û jîyana hevpar pêwîst e.