Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmet Demîr: Li Tirkîyê Qanûn Tuneye ku Dadgeh Biryara Girtina HDP'ê Bide


Dozgerek Tirk ji dadgeha bilind xwest ku Partiya Demokratik a Gelan (HDP) jiber têkiliya wê bi komelek milîtanî ya Kurdî ya neqanûnî re qedexe bike. HDP, partiya sêyemîn di parlamentoya Tirkiyê de, dibêje wê çi têkilî bi çi komelên çekdar re nîne.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka şaredarê bajarê Batmanê û endamê HDPê Mehmet Demîr got ku bingehek qanûnî jibo tawanbarkirina HDPê tune.

"Tenê ew îdîayên dozger in, lê jiber ku li Tirkîyê îro qanûn tuneye dadgeh dikare biryara girtina HDP bide. Lê, HDP jî dikare bi hêsanî siyaset û çalakiyên xwe vegerîne."

Demîr herwiha got ku dadgerîya Tirkîyê bi yekcarî di bin desthilata Erdogan de ye û ew qanûnê pêk nayîne.

"Çimkî dadgeha bingehîn ya Tirkiyê û dadgeha mafên mirovan ya Ewrupî biryar dane ku hevserokê berê yê HDPê Selahtîn Demîrtaş were azad kirin, lê Erdogan naxwaze."

Mehmet Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:16 0:00
Direct link

Demîr bi berdewamî got ku hikûmetê doz li dijî 687 siyasetmedarên HDPê vekirine bi îdiaya kû peywendîya wan bi terorê re heye. "Lê hember van îdiayan qet belgeyên wan tunene jiber ku ew dixwazin siyaseta HDPê qedexe bikin. "

XS
SM
MD
LG