Li gor daneyên Ajansa Anadoluyê li Qers û Îdirê temamê sindoqên hilbijartina herêmî vebûn.
Li her du bajaran Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) li dû hev hatin.
Daneyên Ajansa Anadoluyê dide zanîn ku li Îdirê berbijarê MHP’ê Îsa Yaşar Tezel 49.01 ji sedê dengan sitandîye û li dû wî jî berbijarê HDP’ê Yaşar Akkuş 47.39 ji sedê dengan girtiye.
Li bajarê Qersê berbijarê HDP’ê Ayhan Bîlgen bi 29.53 ji sedê dengan bi ser ket û li dû wî jî berbijarê MHP’ê Çetîn Nazik 26.79 ji sedê dengan sitand.