Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Nadia Murad û Denis Mukwege Nîşan Didin ku Têkoşîna Jinan ya Azadîyê bi Dawî Nabe


Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi daxuyanîyekê, bizavkara mafên Êzîdîyan Nadia Murad û Doktorê Kongoyî Denis Mukwege, ku Xelata Aştî ya Nobelê ya 2018’an wergirtin, pîroz kirin.

Buldan û Temellî dîyar kirin ku hebûna kesên wek Murad û Mukwege nîşan dide ku têkoşîna jinan ya azadîyê bi dawî nabe.

‘’Ji Kongo heta Şengalê, li hemû erdnîgarîya ku ceng wê hildweşîne, ger li hember tundûtûjîya li ser jinan em wek Murad û Mukwege rawestin, kes nikare li pêş azadîya jinan û wekhevîyê raweste’’ Buldan û Temellî di daxuyanîyê de got.

Buldan û Temellî da zanîn ku Murad kiriye ku ‘’dengê mexdûrên komkujîya li Şengalê’’ li cîhanê were bihîstin, û ‘’rastî ron kirine’’

Hevserokên HDP’ê bi bîr bist ku hîn jî bi hezaran jinên Êzîdî di destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ne û heta ku jinên dilgirtî ji dest jinên wisa tên derxistin dê têkoşîna wan bidome.

XS
SM
MD
LG