Parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), bo ‘’Nobeta Wîjdan û Edaletê’’ dê îro Sêşemê li Îzmirê kom bibin.
Nobeta ku di 25’ê Tîrmehê de li Amedê destpê kiribû, li Stenbolê û Wanê dom kiribû. Nobeta Wanê piştî 6 roj, do Duşemê bi dawî bûbû.
Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay di axaftina xwe ya li Wanê dîyar kir ku ewê ‘’çalakîya xwe bidomînin û faşîzmê rawestînin’’
‘’Ger hûn bîbînin ku însan di kîjan şertan de beşdarî vê nobetê dibin, hûnê têkoşîna me fehm bikin. Li vir, belku kesekî ku berê nehatibe desteser kirin tune be’’ Kemalbay got.
Hêjayî bîrxistinê ye, Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 11 parlementerên wê partîyê girtî ne.