Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rojên Dawî de Operasyonên Ser HDP'ê Zêde Dibin


Operasyonên ser Partîya Demokratîya Gelan (HDP) didomin. Roja Çarşemê di operasyoneke şeve de 14 endam, rêvebir û parlamenterên HDP’ê hatin desteser kirin.

Parlamentera bere ya Sêrtê Hatîce Kocaman, Rojnameger Haqi Boltan, Hevşaredara Gêlê Gulîstan Ensarîoglu, rêvebirên HDP’ê Edîp Bînbîr, Vahap Gunay û du meleyen ku edamên Kongreya Demokratîk ya îslamî ne, Mele Naif Erdem, Mele Emi Ay, sendîkavanên berê Medenî Tutşî, Seroka bere ya MEDARê Ayşe Dîcle jî di nav desteserkirîyan da ne.

Hevserokê HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan van operasyonan wek ''operasyonên qirkirinên sîyasî'' bi nav kir û got ''Li cîhê ku sîyaset were xetimadin, cî li alozîyan mezin dibe''

Zeyyat Ceylan
Zeyyat Ceylan

''Yê mafdar HDP’ê ye û gel e, lê di desthilatîya heyî de ne heq maye, ne hiqûq, ne jî edalet. Jibo ku quweta dewletê jî di dest de bi darê zorê bi ser HDP’ê tên. Desthilatîya AKP-MHP, di asta ku gihîştinê ji hêzê ketine, her ku quweta wan kêmtir dibe, êrîşên xwe jî mezintir dikin.''

Ji alîyê dinê ve. li Merdîn, Ruha, Batman û li bajarê Aydînê jî di operasyonek terorî de 13 kes hatin binçav kirin ku di nav wan de jî endamên HDP’ê hene.

Hêjayî gotinê ye ku roja Pênşemê danê sibê hevşaredara bajarê Qersê Şevîn Alaca û 18 edamên HDP’ê di operasyonekê de hatin desteser kirin.

Herwiha polîsan dora şaredarîyê girt û têxmîn kirin ku qayum dibin ser şaredarîya Qersê were danîn ku bajarê dawî bû ku di destê HDP’ê de mabû.

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî hefta borî di operasyonên bûyerên Kobanê de hatibû desteser kirin. Bîlgen roja Çarşemê ragihandibû ku demokrasî ne lîstika zarokan e û ew dest ji şaredarîyê berdide.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00

XS
SM
MD
LG