Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentereke Din ya HDP'ê Hat Girtin


Parlamentera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Besîme Konca îro Duşemê li Êlihê hat girtin. Bi girtina Konca re hejmara parlamenterên girtî yên HDP’ê bû 11.

Konca, ku parlementera Sêrtê ye, ser lêpirsîna Serdozgarîya Komarî ya Êlîhê di 13’ê Berfanbara 2016’an de hatibû girtin û di 3’ê Gulanê de bi şertê ku dernekeve derveyî Tirkîyê hatibû berdan.

Dadgeha Cezaya Giran ya 3’yan ya Êlihê ser îtîraza dozgerîyê, di 8’ê Gulanê de bu Konca careke din biryara girtinê da.

Konca vê sibê li Firîngeha Êlîhê hat desteser kirin û bi darizandina Dadgeha Cezaya Giran ya 3’yan ya Êlîhê hat girtin.

Bi tawanên ‘’endamtîya rêxistina terorî’’ û ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ bo Konca 20 sal zindanê tê xwestin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav 11 parlementerên girtî yên wê partîyê de ye.

XS
SM
MD
LG