Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêrîna Partîyên Tirk yên Derheqa HDP'ê Çi Ne?


Di rojeva Tirkîyê de nîqaşên ser girtina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin û ew daxwaz car caran li gor germbûna rojeva sîyaseta Tirkîyê jî zêdetir dibe.

Do parlementer û Cîgirê Serokê Koma Partîya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel di civîneke li Stenbolê li ser Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jî axifî.

“HDP’ê di hilbijartinan de ji 6 mîlyonî zêdetir deng li Tirkîyê standine. Gel HDP wek berdevkê xwe şand meclîsê û em jî HDP’ê wek partîyeke rewa dibînin.”

Lê li alîyekî din, serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ye, îdia dike ku di navbera HDP’ê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de sînorek tuneye û HDP xwe wek nûnerê PKK’ê nîşan dide.

Herwiha, partîyeke din ya nav meclîsê, Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) jî bi heman îdiayê HDP’ê tawanbar dike û daxwaza girtinê wê dike.

Seroka Partîya ÎYÎ Meral Akşener jî dibêje ku ew HDP wek parçeyeke PKK'ê dibînin.

Gelo HDP îdiayên partîyên din yên dijî xwe çawe dibîne û çi dibêje?

Parlamanterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen dîyar dike ku HDP partîyeke qanûnî ye ku li gor makezagona Tirkîyê hatiye ava kirin.

“HDP wek hemî partîyên din li gor qanûnên Tirkîyê tevlî hilbijartinan bû û ji 6 mîlyonî zêdetir deng sitand. Jiber vê yekê tiştê antîdemokratîk nasnekirina vîna gel e.”

Ozen re dike ku di navbera HDP’ê bi PKK’ê de peywendî heye û wan îdiayan bi temamî ne rast bi nav dike.

“AKP û MHP jibo domandina desthilata xwe dixwaze HDP’ê krîmînalîze bike. Desthilata îro sîyaseta xwe li ser çêkirina dijminan bi rêvê dibe. HDP sîyaseteke demokratîk dimeşîne û tundîyê tim red dike û wekhevîyê dixwaze.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG