Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê HDP'ê yê Qersê di Hejmartina Nû de Dengên Xwe Pirtir Kir


Li Qersê li ser daxwaza pêdeçûnê ya Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) dengên 170 sindoqan jinûve hatin hejmartin.

Medya Tirkîyê radigihîne berbijarê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, di hejmartina nû de 11 dengên din zêde kirin û hejmara dengên xwe rakir 12192’an.

Hejmara dengên berbijarê MHP’ê 30 deng kêm bû û daket 10954’an.

Li ber e ku Bîlgen îro Çarşemê yan sibê mezbata xwe bistîne û dest bi bajarvanîyê bike.

XS
SM
MD
LG