Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyonên Ser HDP’ê li Agirî û Qersê jî Didomin


Operasyonên dijî Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Tirkîyê berdewam dikin.

Piştî Amedê, Enqerê, Stenbolê û Wanê, herî dawî li Agirî û Qersê jî operasyonen binçavkirin û girtinê pek hatin û 20 kes hatin binçav kirin û ji wan 11 kes hatin girtin.

Di nava kêsen ku hatine girtin de parlamentera HDP’ê ya berê ya Qersê Şafak Ozanli jî heye.

Hevseroka rêxistina HDP’ê ya Qersê Nurîye Erkmen dibêje ku wan berî çend rojan dest bi xebaten hilbijartina şaredarîyan kiribû.

“Piştî ku me ev xebat da destpekirin, operasyon pek hat û hevalên me hatin girtin. Armanca van operasyonan peşîgirtina serketinen HDP’ê ye. Li ser me çiqas operasyon çêbin, gel ji ewqas xwedî li me derdikeve û berteken gelê me zêde dibe.”

Alîkarê hevserokê HDP’ê yê rêxistina Agirî Necatî Aslan jî derheqa 15 kêsen ku li Dutaxê hatine girtin dibêje ku sedema girtina wan têne tevlîbûna şahîyekê ye.

“Hember hemî zextan mina hilbijartinên borî, emê di hilbijartinen bajarvanîyê de jî bi ser kevin,” Aslan got.

AA_11_09_2018_Qers_Agiri
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00

XS
SM
MD
LG