Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Tirkîyê Êrîşa Dijî HDP'ê Şermezar Dikin


Cîgirê Serokê Dad û Pêşveçûnê (AKP) Hamza Dag êrîşa çekdarî ya li avahîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya li Îzmîrê şermezar kir.

Dag ji Twitterê ragihand ku ew li hember hemî êrîş û hewildanên dijî ewlekarî û aramîya Tirkîyê sekinîne û ewê wê helwesta xwe bidomînin.

Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partîya DEVA Alî Babacan jî êrîş şermezar kirin.

Kiliçdaroglu ji Twitterê dîyar kir ku ew bo Deniz Poyraz ya di êrîşê de hatiye kuştin sersaxîyê dixwaze û gel dijî provokasyonan hişyar kir.

‘’Me berê ew senaryo dît, gelê me îcar naxape. Ez hişyar dikim, bila ti kes ne li bendê be ku ew provokasyon kêrî wan werin.’’ Kiliçdargolu nivîsî.

Alî Babacan jî êrîş şermezar kir û dîyar kir ku berevanîya sîyasetvan û partîyên sîyasî berpirsîya hikûmetê ye.

HDP’ê ser êrîşê desthilata Tirkîyê û Wezareta Navxweyî tawanbar kiribû û dabû zanîn ku bi gotinên wan ew dibin armanca êrîşan.

XS
SM
MD
LG