Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan Pervîn Buldan (HDP) ji hesabê xwe yê medya civak, êrîşa li Sirûcê şermezar kir.
Parlamenterê Partîya Dad û Peşveçûnê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildiz, roja Pêncşemê dema serdana dikanan dikir, li sûka firoşgehan nîqaş çêbûn û li ser nîqaşê, di êrîşa bi çek û kêr de 4 kes hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.
Buldanê da zanîn ku ''hin kes dixwazin ku bi provokasyonan gel rakin serhildanê''
HDP’ê bi daxuyanîyeke nivîskî bûyera li Sirûcê şermezar kir û dîyar kir meyda li ser îdiayên pûç nûçeyan dike û rastîyê bi awayekî din raber dike.
Di êrîşên bi çek û kêr de yek ji rêvebirên berê yên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Esvet Şenyaşar û zaroyên wî Adil û Celal, û kekê Parlamenterê AKP’ê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, Mehmet Yildiz hatin kuştin.
HDP’ê di daxuyanîyê de bang li berpirsên hikûmetê kir ku bi zimanekî aramîxwaz biaxifin û dîyar kir ku divê Sirûc, bîragiştî ya demokratîk û hemî Tirkîye dijî provokasyonan bi tedbîr be