Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Helwesta HDP'ê bo Hilbijartina Stenbolê Zelal E


Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Enqerê pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Buldan dîyar kir ku HDP dê di hilbijartina Stenbolê de ‘’bi awayekî zelal’’ piştgirîya berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bike.

Wê da zanîn ku bi qasî 200,000 alîgirên partîya wan di hilbijartina 31’ê Adarê de neçûne ser sindoqan û got ku ew dê bo wan jî dakevin qadan.

Hevseroka HDP’ê roja Sêşemê di komcivîna partîya xwe de gotibû ku Îmamoglu dê ji berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Bînalî Yildirim 250,000 pirtir deng bistîne.

Buldan da zanîn ku di hefteya pêş de dê HDP li Stenbolê dest bi xebatan bike.

Hêjayî bîrxistinê ye, pisporên sîyasetê didin zanîn ku HDP’ê di 31’ê Adarê de bo serketina Îmamoglu rolekî girîng lîstiye.

XS
SM
MD
LG