Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avahîya HDP'ê ya Stenbolê Bû Armanca Êrîşeke Çekdarî


Navenda Partîya Demokratîk a Gelan ya bajarê Stenbolê îro Çarşemê bû armanca erîşeke çekdarî.

Zilamekî çekdar li ber avahîya HDP’ê 7 gule berdan esmanê.

Piştî erîşê hat dîyar kirin ku kesê erîşvan revîye Rêvebirîya Ewlekarî ya ku li heman kolanê cîh digire.

Piştî erîşa çekdarî jî gelek polîs hatin cîhê bûyerê û nahêlin ku ti derbazî avahîya HDP’ê bibin.

Rexistina HDP’ê jî li ser bûyerê daxuyanîyekê da çapemenîyê. Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bulut dîyar kir ku ev kes berîya du rojan jî hatiye navenda HDP’ê.

“Kesê êrîş pêk anîye berî du rojan li navenda me hin axaftinên bêbingeh kirine. Hevalên me pê re diaxifin û wî dişînin derve. Ew kes piştî du rojan dîsa tê. Ev ne çalakîyeke şexsî ye. Her roj li dijî partîya me serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu daxuyanîyan didin. Îro jî ev bûyer pêk hat. Bi nêzîkbûna hindakirina desthilata xwe, em dibînin ku reng e dijî me pirtir êrîşên wiha pêk werin.”

MEB_15_01_2020_Erîş_HDP_Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:09 0:00

XS
SM
MD
LG