Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdal Avci: Desteserkirin Jibo Xwestina Astengkirina Pîrozbahîyên Newrozê Ne


Erdal Avci
Erdal Avci

Îro roja Înê li Stenbol, Îzmîr, Enqere û Balikesîr’ê endam û rêvebirên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevserokê Komala Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî di nav de, herî kêm 25 kes ji alîyê polîsan ve hatin desteser kirin.

Hevserokê HDP’ê yê şaxê Stenbolê Erdal Avci piştî desteserkirinan got ku polîtîkayên astengkirin û zextan yên li ser HDP’ê bi awayekî sîstematîk didomin.

“Hem bi rêya dadgehan xwestina girtina HDP’ê hem jî bi rêya hêzên ewlehîyê desteserkirina endamên HDP’ê dixwazin partîya me asteng bikin û pêşî li beşdarbûna Newrozê bigirin.”

Avci dîyar kir ku hikûmet bi polîtîkayên givaştinê yên dijî HDP’ê dixwaze desthilata xwe biparêze.

“Ev stratejîya givaştin û eciqandin ya hikûmetê jibo parastina desthilatê ye. Ev zextan dijî demokrasî bi awayekî faşîzan tê meşandin. Tevî van zextan jî amadekarîyên HDP’ê yên jibo Newroza Stenbolê didomin û tevî hemî astengîyan jî gel wê Newroza xwe pîroz bike.”

Avci îdia kir ku derbarê gelek endamên HDP’ê de biryara desteserkirinê hatiye dayîn û loma dibe ku hejmara desteserkirinan zêdetir bibin.

XS
SM
MD
LG