Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li Wanê 14 Jin Hatine Desteser Kirin


HDP Van Provincial office

Li Wanê 14 endamên Tevgera Jina Azad (TJA) ku bo piştgirîdayîna Leyla Guven dest bi greva xwebirçîkirinê kiribûn, ji alîyê polîsan ve hatin binçav kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê, li ser binçavkirina jinan li ber derîyê avahîya partîyê daxuyanîyek da û desteserkirina jinan protesto kir.

Parlamantera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçê got ku daxwazên Leyla Guvenê daxwazên wan e û çalakîyen wan de bê navber berdevam bike.

Hat zanîn ku 14 jinên ku hatine binçavkirin, çalakîya xwe didomînin.

Guven ew 34 ro jin ku bo rakirina tecrîda ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dest bi greva xwebirçîkirinê kiriye û bo piştgirîya wê jimareke çalakîyên din tên kirin.

Guvenê gotibû ku tecrîda ser Ocalan rê li ber sîyaseta demokratîk digire û nahêle ku Ocalan bo çareserîya pirsa Kurdî rola xwe bilîze.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:37 0:00

XS
SM
MD
LG