Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê Kandîdên Xwe Yên Wanê Eşkere Kirin


Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) îro ligel berbijarên 20 bajaran, namzetên şaredarîyên Wanê jî eşkere kirin.

HDP'ê bo şaderarîya Bajarê Mezin ya Wanê, Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci wek berbijar nîşan dan.

Di vê hilbijartinê de herwiha cara yêkê ye ku hin partîyên Kurdistanî bi tifaqê tev li hilbijartinan dibin. Li bajaroka Şaxê (Çatak) jibo namzetê tifaqê yê Partîya Mirov û Azadî hate veqetandin.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de wê bên lidarxistin de wê li Wanê ku HDP û AKP rikberên hev in, hilbijêr dê jibo şaredarî û meclîsên şaredarîyan herin ser sindoqan.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ku namzetên xwe dîyar kiribû bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê jî berbijarî

AA_01_22_2019_HDP_Wan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00


ya Necdet Takva ragihandibû.

Ji bilî van partîyan, Partîya Gel a Komarî (CHP), Îyî Partî û Partîya Saadetê jî çaverê ye namzetên xwe eşkere bikin.

Hêjayî gotinê ye ku li Wanê piştî hilbijartinên xwecihî yên sala 2014'an de ji bilî şaredariyên Tuşba û Westanê (Gevaş) 12 şaredarî ji alîyê HDP'ê ve hatibûn bidestxistin.

Piştî demekê, Wezareta Karê Hundirîn ji hin şaredarîyan re qayum destnîşan kiribû û jimareke şaredar hatibûn girtin.

Parlamanterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç, li ser dîyarkirina namzetan û peyvajoya hilbijartinê nirxandinên xwe bi me re parve kir.

"Li cihê ku derfetên me heye, me namzetên xwe bi rêya pêşhilbijartinan dîyar kir. Hin cihan jî li ser pêşnîyarên gel, sazî û dezgehên partîya me, namzet hatin dîyar kirin. Tevî ewqas girtin, desteserkirin û pêkutîyan jî, emê berxwedana xwe xurt bikin û her 14 şaredarîyan jî bidest bixin. "

Hêjayî balkişandinê ye ku li Wanê, 638 hezar hilbijêr, di 2 hezar û 42 sindoqan de wê ji bo dîyarkirina 14 şaredarîyan deng bidin.

Namzetên Şaredarîyên Wanê yên HDP'ê ev in:

Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê: Bedîa Ozgokçe Ertan – Mustafa Avci

Bajaroka Tuşba: Ayşe Mînaz / Yilmaz Berkî

Bajaroka Bêgirî (Muradîye): Leyla Balkan / Yilmaz Şalan

Bajaroka Erdîş: Yildiz Çetîn / Mahmut Pala

Bajaroka Seray: Cazîye Duman / Şahabettîn Bîlmez

Bajaroka Miksê (Bahçesaray): Gulîstan Onver / Garîp Aykut

Bajaroka Rêya Armûşê (Îpekyolu): Azîm Yacan- Şehzade Kurt

Bajaroka Artemêta (Edremît): Gulcan Kaçmaz Sagyîgît – Seyfettîn Îtah

Bajaroka Qelqelîyê (Ozalp): Dîlan Ogrencî – Yakup Almaç

Bajaroka Ebex (Çaldiran): Leyla Adsak – Faruk Demîr

Bajaroka Elbakê (Başkale): Şengul Polat – Erkan Acar

Bajaroka Payîzava (Gurpinar): Rojbîn Akdag – Kemal Guler

Bajaroka Şaxê (Çatak): Murat Bozdemîr-Esra Babur (Tifaqa Kurdistanî)

Bajaroka Westanê (Gevaş): Melek Arapoglu- Veysî Şeker

XS
SM
MD
LG