Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Serhedê Bajarvan û Rêvebirên HDP’ê Hatin Desteser Kirin


Serê sibê hêzên ewlekarîyê yên Tirkîyê, dijî bajarvan û endamên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wan, Muş û Agirî operasyon li dar xistin û di encamê de 13 sîyasetvan hatin desteser kirin.

Li Wanê, hevşaredarên bajarokên Bêgirî (Muradîye) Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, yên Qelqelî (Ozalp) Yakup Almaç û Dîlan Ogrencî û yê Elbakê (Başkale) Erkan Acar di encama serdagirtina malan de hatin desteser kirin.

Hêzên ewlekarîyê li malên hevşaredar û avahîyên şaredarîyan lêgerîn pêk anîn û piştre jî ew jibo lêpirsînê birin.

Rêvebirîya Ewlekarîya Wanê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku hevşaredar, bi îdîaya “endambûna Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)” û “propagandaya rêxistinê” hatine desteser kirin.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kawa, operasyonên li hember bajarvanên wan wek êrîşeke dijî vîna gelê Kurd bi nav kir.

“Bi van operasyonan dibêjin ku ‘Em vîna gelê Kurd nas nakin’. Yên ku van operasyonan dikin jî baş dizanin ku ti peywendîya hevbajarvanên me bi terorê tuneye. Bi vî awayî şaredarên me desteser dikin û pişt re jî li şûna wan qayum eyûm têne dîyar kirin.”

Kawa bi bîr xist ku heta niha, şaredarîya bajarê mezin ya Wanê jî di nav de, ji 9 şaredarîyên wan re qayum hatine danîn.

“Bi giştî 12 bajarvanî di destê me de hebûn. Ne dûr e ku ji van şaredarîyan re jî qayum werin danîn û hemî şaredarîyên me ji destê me bistînin.”

Bi alîyekî din ve, li bajarê Mûşê jî endamên Meclîsa Giştî ya Bajar ji HDP’ê Mehmet Demîr û Mehmet Şakîr Tugrul di encama serdagirtina malan de hatin desteser kirin.

Dîsa, Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Panos (Patnos) li Agirî Ahmet Ege, endamên HDP’ê Kadîr Ege, Naîm Durak, Cevdet Can, Cemîl Can û endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Kutbettîn Ozgun jî hatin desteser kirin, lê sedema desteser kirina wan nehat dîyar kirin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê ji 19’ê Tebaxê vir ve 3 şaredarîyên bajarên mezin jî di nav de, 27 bajarvanîyên HDP’ê ji kar dûr xistine û şûna wan karmendên wê wek qayum danîne.

AA_12_06_19_Operasyonên_Dijî_HDP
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:31 0:00


XS
SM
MD
LG