Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP’ê Berbijarên Xwe yên Wanê Dan Nasandin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) 28 berbijarên hevşaredarîyên Wanê bi bernameyêkî girseyî da nasandin.

Bername li bajarokê Wastanê bi pêşwazîkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî destpê kir. Konvoya HDP’ê ligel hemû astengîyên polîsan giheşt nava bajêr.

Temellî di bernameya danasînê di de bal kişand ser hilbijartinên xwecihî û got ku ewê di 31’ê Adarê de dawî li sîstema qayuman bînin.

“Emê bê navber bixebitin û qayuman ji vir bişînin. Piştre emê hem xwe, hem jî bajarên xwe bi rêve bibin. Bi hevre emê demokrasîya xwecihî ava bikin. Ne bi tenê rêvebirina şaredarîyan, emê jibo avakirana aştîyê jî têkoşinê bidin,” Temellî got.

Namzetê Hevşaredarîya Bajarê Mezin ya Wanê Mustafa Avci jî got ku divê ew milê xwe bidin ber milê hev û serketî bin.

“Ev şaredarî bo xizmeta gel hene. Em jî dê van cihan jibo xizmeta gel bi kar bînin. Em bi saya berxwedana şehîdan li virin û emê hêjayî wan bin.”

Piştî eşkerakirina namzetan, êdî li ber e ku partîyên sîyasî lez bidin xebatên xwe yên hilbijartinên xwecihî.

AA_01_25_2019_HDP_Van
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:28 0:00

XS
SM
MD
LG