Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê HDP’ê Bîlgen: Biryara Veguhastina Sindoqên Dengdanê Dijî Me Ye


Ayhan Bîlgen, berdevkê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro Duşemê rexne li Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) kir ku li 19 bajaran biryara veguhastina sindoqên dengdanê da.

Bîlgen got ku ew biryar dikare bandorên girêng li ser encamên hilbijartinan bike û armanca wê jî dengên HDP’ê ye.

“Li gundên ku sindoq wê werine veguhastin em xurt in û ew sindoq ji gundln ku AKP’ê lê xurt e dê werin birin. HDP ne tenê bi bendava 10 ji sedê ya hilbijartinê, lê dijî hemî cure bendavan têkoşînê dide. Ev biryara bêrêzîya dijî vîna gel e.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku walîyên 19 bajaran daxwaz ji YSK’ê kiribû ku jiber sedemên ewlehîyê nêzî 140 hezar hilbijer li sindoqên din dengê xwe bidin.

XS
SM
MD
LG