Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksiyon Derbarê Avakrina "Heşda Kurdî" li Kerkuk


Çekdarek li Kerkuk
Çekdarek li Kerkuk

Avakirina hêzeke taybet li Kerku bi navê "Heşda Kurdî" ji aliyê hejmarek kurdên xwecihên Kerkukê ve, dibe sedema derketina reaksyonên cûda.

Lê berpirsên wan hêzan dibêjin, jibo parastina herêmên Kurdî li Kerkuk pêwîstî bi ava kirina hêzeke bi vî rengî heye.

Ew hêza Heşda Kurdî ku biryare pêk bînin, ji aliyê efserekî berê yê Pêşmerge tê rêvebirin.

Partî Demokratî Kurdistan PDK û Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNK hewildana ava kirina Heşda Kurdî bi pêngavek metirsîdar dibînin.

Edhem Cûm'a ku yek ji çavdêrên avakirina Heşda Kurdî ye, ku biryare li Kerkuk ava bikin got"Hêzên Kurdî her tim di hewildanan de ne, ji bo ku em gav paş de biavêjîn, lê wan alternatîv û çareserî bo rewşa xerab ya Kurdan li kerkukê nîne."

Edhem zelal dike û dibêje, armanca avakirina Heşda Kurdî li Kerkuk, parastina Kurdane ji êrîşên DAIŞê û çendîn sedemên din û got "Tirkmen û Ereban Heşda xwe heye lê Kurdan nîne."

Hewildana hin Kurdan bo avakirina hêzke bi navê Heşda Kurdî di wê demê de tê ku li Kerkuk, Tirkmenên Şîia mezheb li Kerkukê li qeza Xormatu û başûrê Kerkukê Heşda Şaabî ya Turkmenan vakirîye, herwiha hin Erebên rojavayê Kerkukê Heşda Erebî pêk anîye.

Eger ku hêza Heşda Kurdî jî li Kerkuk di çarçova Heşda Şaabî de serkeve, wî çaxî hemû pêkhateyên li Kerkuk dê bibin xwedî hêzên Heşda Şaabî, lê ev dê bibe cihê metirsî û xeteriya derketina şer û pevçûnan di anva pêkhateyên Kerkukê de, jiber ku her hêzekê ji wan dê ajindaya xwe ya taybet hebe, di dema derkeftina nakokî û girjiyan de dê xeteriya şerê navxweyî xurt bibe.

Rawand Mela Mehmûd, endamê serkirdayetiya YNK li Kerkuk, red dike ku ji bo avakirina hêzke weha li Kerkuk bi partiya wan re (YNK)ê re pirs bi wan nehatiye kirin û bi wan re ne şîwirîn e û gote Dengê Amerîka "Haya me ji avakirina hêzeke weha nîne, gotina me ya cidî heye, em weha dibînin ku destekê derekî di vê pirsê de heye û dixwaze vê meselê li Kerkuk feriz bike."

Rawand dîsan got "Li Kerkuk Heşda Tirkmenî û Heşda Erebî hene, dirûst kirina Heşda Kurdî jî, karek baş nîne, pêwîst bû Heşdên din jî ji Kerkuk hatbane dûr xistin."

Dirûstkirina Heşda Kurdî bo sedema nerazîbûna PDKê jî, bi taybet niha ew partî di navan danûstandinan de ye û dixwaze ofîsa partiya xwe cardî bibe Kerkukê, jiber wê yekê Kemal Kerkukî Serokê Encûmena Serkirdayetiya PDKê li Kerkuk û Germiyan, Kurdên ku hewila avakirina Heşda Kurdî didin bi "Xiyanetkar" bi nav dike.

Lê Edhem Cûm'a bang li hêzên Kurdî dike ku bo tawanbar kirina wan lezê nekin û got "Ev destpêke, hejmarek kurd dixwazin tevlî Heşdê bibin, aliyên siyasî yên Kurdî li tawanbar kirinê lezê dikin." Edhem got.

Pêkanîna Heşda Kurdî di çarçova Heşda Şaabî de di wî çaxî de ye ku Kurd ji hikûmeta Bexda dixwazin, Heşda Şaabî ji Kerkuk derkeve û hêzeke polîsan ji hemû pêkhateyan ava bikin û Kerkukê biparêzin.

Raporta Kerkuk 13 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:49 0:00

XS
SM
MD
LG