Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Êrîşên Dijwar li Dij Heşda Şaabî Encam Dide


Hejmarek Çekdarên Heşda Şaabî Taza-Kerkuk
Hejmarek Çekdarên Heşda Şaabî Taza-Kerkuk

Êrîşên DAIŞê bo ser herêmên cûda li Îraqê roj bi roj zêdetir dibin, şeva derbazbûyî çekdarên DAIŞê êrîşke berfireh kirîye ser Lîwa 22 ya Heşda Şaabî li herêma Êsî ya girêdayî parêzgeha Selahedîn(Tikrît), ku di êrîşê de hejmarek çekdarên Heşda Şaabî hatine kuştin û birîndar kirin.

Herçende çavkaniyên Heşda Şaabî behsa ziyanên giyanî nakin, lê berpirsên ji herêmê hejmara kuştiyên Heşda Şaabî bi şêweke ji hev cûda didin ragihandin.

Peyvdarê Heşda Şaabî li bakurî Îraq Alî Husênî gotiye Dengê Amerîka "di êrîşê de 10 endamên Heşdê hatine kuştin, wan jî 17 çekdarên DAIŞê kuştine."

Husênî herwiha dibêje"Derhal Hadî Al-Amirî û berpirsên din yên Îraqê gihane herêma ku êrîş lê pêkhatî."

Lê çavkaniyên agihdar ji êrîşa şeva çûyî bo ser Heşda Şaabî dibêjin, termê hîç kuştiyek DAIŞê li herêma şer nehatîye dîtin, lê termên 20 kuştiyên Heşda Şaabî hatine veguhastin û hejmarek birîndar jî henn, û di nava kuştiyan de fermandarek Heşda Şaabî jî heye.

Li gur çavknaiyên ji herêmê tên, dan diyar kirin ku berî çend roja DAIŞê namek ji Heşda Şaabî re şandiye û daxwaz ji wan kirîye ku herêmê çol bikin, lê Heşdê guh nedayê, lewan êrîş hatiye ser wan, sê bingeh ji aliyê DAIŞê ve hatine kontrol kirin, hejmarek kuştî û birîndar hene û 3 otombîlên Heşda Şaabî jî bi xwe re birine.

Raporta Kerkukê 24 01 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00

XS
SM
MD
LG