Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heather Nauert Xwe ji Kandîdkirina bo Posta Netweyên Yekgirtî Vedikşîne


Heather Nauert
Heather Nauert

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert îro Şemiyê got wê navê xwe ji kandîdkirina bo posta niwêneratiya Amerîka li Neteweyên Yekgirtî vekişand.

Meha Berçele ya borî, serok Donald Trump ragihandibû ku ew Nauert hildibjêre ji bo posta balyozê Amerîka li Neteweyên Yekgirtî ku Nikki Haley ew vala hîştiye.

Raportên medyayî dibêjin vekişîna Nauert vedigere tevliheviya di derabrê vehewandina perwerdekarekê de ku dekomentên wê yên yasayî nebûn ji bo karkirina li Amerîka.

Li gor rojnameya Waşniton Post, kesa perwerdekar 10 salan li cem Nauert kar kiribû, pereyên neqdî werdigirtin û taksên xwe nedidan.

Berî ku nûçeya perwerdekarê û rewşa wê belav be, Nauert di daxuyaniyekê de got:

“Ez Spasiya serok Donald Trump û wezîrê derve Mike Pompeo dikim ji bo baweriya wan bi min û kandîdkirina min bo posta balyoza Amerîka li Neteweyên Yekgirtî, lê du mehên borî zehmetbûn li ser malbata min û ji ber vê yekê ez dibînim baştir e ji bo malbata min ku ez navê xwe ji vê kandîdkirinê vekişînim.”

Pompeo di daxuyaniyekê de pesna Nauert da ji bo erkên ku pê radibe û hêviya serkeftinê jê re kir” li her cihekî ku ew xwe tê de dibîne.”

XS
SM
MD
LG