Parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî dîyar kir ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hazirî dike ku bajarvaniyan bi rêkên neqanûnî bi dest bixe.
Tîryakî bi preskonferanseke li parlamanê got ku AKP dixwaze ku li cîhên ew serketî ne, bi zorê bajarvanîyan bistîne.
‘’AKP jibo dest deyne ser bajarvanîyên me hemî rêkan diceribîne. Jibo bidestxistina şaredarîyên hin bajar û bajarokan tomarên hilbijêran diguherîne.’’
Tîryakî îdia kir ku AKP jiber ku dizane ewê bi awayekî demokratîk bi ser nekeve, gavên wisa davêje.
Parlamanterê HEDEP’ê bi berdewamî got ku ewê ser veguhestina cîhên hilbêjeran pêdeçûnan bikin.
Li ber e ku hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê di 31’ê Adara 2024’an de çêbin.
Rêvebirekî payebilind yê AKP’ê Orhan Mîroglu berî çend rojan gotibû ku li rojhilata Tirkîyê partîya wan û HEDEP wê bikevin pêşbazîya bidestxistina bajarvanîyan.
Mîroglu gotibû ku jibo dawî li dewra qayuman were divê li rojhilata Tirkîyê AKP bi ser keve.
HEDEP dîyar dike ku hikûmeta AKP bi qeyuman dest datîne ser bajarvanîyan û nahêle ku meclîsên bajarvanîyan jî bixebitin.
Jêder: Gazeteduvar, Serbestiyet