Rikaberên Sûrî konferansê xwe yê du rojî li bajarê Antaliya yê Tirkiye bi ragihandina daxuyaniyekê bi dawî anî û daxwaz ji Serok Beşar Esed kir çend zû ye dest ji desthilatê berdet. Bizavkarê mafên Mirovan û zîndanîyê berê li Sûrîye Hefîz Abdul Rehman gote Dengê Amerîka hemû alî bi encamên konferans razî bûn.
Birêz Abdul Rehman beşdarê konferansa rikaberîya Sûrî li Antalya bû got, 4 Kurd di komîteya 30 endama konfiras de ne ku hatîye damezrandin ji bo piştevanîya serhildana xelkê Sûrîye.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Hefîz Abdul Rehman, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.