Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyonên Tirkîyê li Heftanînê Tirs Dixe Gundîyên Wê Deverê


Îbrahîm Ferhanê ji gundê Keşanê dibêje ku cara şeşan e xanîyê wî tê wêran kirin
Îbrahîm Ferhanê ji gundê Keşanê dibêje ku cara şeşan e xanîyê wî tê wêran kirin

Rûniştvanên gundê Keşanê ya devera Heftanînê ya Duhokê ya Herêma Kurdistana Îraqê jiber oprasyonên berdewam yên artêşa Tirkîyê xem û tirsa xwe dîyar dikin.

Di destpêka vê hefteyê de, Tirkîyê gotibû ku wê “hêzên esmanî derbazî Bakurê Îraqê kirine da ku operasyona bejehî li dijî serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bikin.”

Êrîşên Tirkîyê Tirs Dixe Dilê Gundîyên Kurd yên Herêma Heftanînê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:03 0:00

Rûniştvanên Keşanê dîyar dikin ku di nav du rojên borî de çend topên hawanê li zevîyên û deverên din yên derdora gund ketine.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku êrîşên esmanî û yên bejahî yên artêşa Tirk yên ser herêma Heftanînê, ku 15 kîlometre ji tixubê Tirkîyê û Îraqê dûr e, bi topbarana giran tên domandin.

“Operasyona ku ji hêla hêzên komando ve tê destek kirin, herwiha ji alîyê firokên şerker û helîkopterên êrîşker jî tên piştgirîdan,” wezaretê ser Twitterê ragihand.

XS
SM
MD
LG