Di dema sê rojan de topxaneyên Tirkîyê deverên parêzgeha Duhokê bombebaran dikin.
Îro Çarşemê li devera Heftanînê ya ser bi Zaxo ve hêza komando bi hevkarîya firok û topxaneyan 7 gundên çolkirî û 3 km sînor derbaz kirin.
Şahidên ji gundê Şîlan ya devera Heftanînê ji Dengê Amerîka re got ku di demjimêr 4’ê sibê de li dûf dema Herêma Kurdistanê heta 11’ê sibê nêzî 150 top bi wan deveran ketine.
“Çend firokan hêzên peyade bi paraşutê li deverê berdan û operasyona zeminî ji destpê kir. Ti zîyanên gîyanî nebûne çimkî welatîyan zû gund bi cîh hêlabûn. Tenê li hin rez û bax zîyan çêbûne.
Hikûmeta Îraqê û Yekîtîya Erebî ser birdomanê hatin deng, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê ta nûke ti helwest beramber van birdomanan nedaye.