Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hefteya Berastengan li Diyarbekir


Beşeke çalakiyên hefteya Berastengan li Diyarbekir.
Beşeke çalakiyên hefteya Berastengan li Diyarbekir.

Li Tirkîye jimara mirovên kêmendam 8,431,937 e kesin. Her weha li Diyarbekir û navçeyên wê jî ew rêje digihîje 16,368 kesan

Li Diyarbekir du sal berê ji aliyê Platforma Berastengan (kêm endaman) ya Diyarbekirê, ji 10 û heta 16’ê meha Gulanê weke hefteya Berastengan hatiye îlan kirin. Di çarçoveya vê hefteyê de li bajêr ji bo mirovên berasteng an kêmendam gelek şahî, bizav û çalakiyên sosyal dihên li darxistin.

Li Sumerparka ji bo piştgiriya kêmenadaman û ji bo xebata Platforma Berastengan navendeke hatiye vekirin. Nûnerê platformê Medenî Alpkaya da zanîn ku ev platform, bi piştigiriya 25 saziyên sivîl ve di sala 2007’an de hatiye damezrandin.

Armanca damezrandina vê platformê jî ewe ku di nav gel de li ser rewşa berastengan hişmendiyeke çêbike, herweha berasteng bikevine nav jiyana sosyal.

Medenî Alpkaya got ku ev du sale di çarçoveya vê hefteyê de gelek şahî û bizav tên li dar xistin di warê sinema, şano, müzik, spor û wêneyê de. Alpkaya diyar kir ku armanca wan ya sereke ewe ku di civakê de rewşa berastengan were zanîn û ew weke perçeyên civakê werine pejirandin û bi berpirsiyariyekî sosyal xwedî li wan derketin.

Medenî Alpkaya da zanîn ku rêjeya kêmandaman li herêma kurdan ji rêjaya giştî ya Tirkiyeyê zêdetire. Alpkaya got ku ev yek encama şerê bi PKKê re ye ku gelek kes bi peqinên mayina seqet mane. Nunerê Platforma Berastengan diyar kir ku hejmara kesên ku paşê bi qezayan ji ezayên xwe kêm dimînin, ji hejmara kesên ku kêmandam ji dayik dibin zêdetir in.

Hesen Çelikê ku ew bixwe jî berasteng e û 10 sale di komeleyêke berastengan de dixebite, got ku li herêmê ev 5-6 sale ku ji bo berastengan hişmendiyeke çêbuye. Hesen vê yekê jî weke encama rewşa herêmê dibîne û dibê “ ji berk u li cihê ku mirovên saxlem dihatin kuştin em mirovên berasteng nedatin bîra kesî. Herweha dewlet jî me ji bir kiribu lê ji bo yekitiya Ewrupayê hin qanun ji bo me hatin guhertin. Ev jî hişmendiyeke û pêşdeçuyinekî çêkiriye.

Nesimê ku di peqineke mayinê de çavekî û destekî xwe wunad kiriye û di pêşbaziya 800 mitroyi de buye yekemin ji bo Dengê Emerîka weha axivî.

Li gor pêzanînên Enstituya İstatîstikê ya Dewletê ku di sala 2002’an de hatiye amade kirin, li Tirkiyeyê hejmara mirovên kêmendam 8,431,937 e kesin. Her weha li Diyarbekir û navçeyên wê jî ew rêje digihîje 16,368 kesan . Ev hêjmar li gor berastengiyên Ortepedikî yê dîtinî, yê bihîstinî, yê axaftinî, yê zîhnî, û yê din hatiye amade kirin. Dewlet, ma’aşê dide mirovên berasteng. Lê ji bo wî jî divê doktor raporeke zanistî bide ew kesên ku ji bedena xwe kêmendam in.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG