Encûmena Nûneran a Amerîkayê roja Sêşemê hewldana împîçkirina Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth red kir û rê neda ku ev biryar derbasî dengdana giştî ya Civatê bibe.
Envcûmena ku pitranî Komarî ne, bi 211 dengên "belê" li dijî 204 dengên "na" biryar da. Wan pirsîyara li ser împîçkirina Hegseth, ji ber şerê Îranê, şand Komîsyona Dadwerîyê.
Biryara şandina dozê bo komîsyonê, ji alîyê 210 Komarîyan û endamekî serbixwe ve hat piştgirîkirin.
Tevahîya 203 endamên Demokrat ên li hola dengdanê li dijî vê biryarê derketin, û 11 endamên din jî beşdarî dengdanê nebûn.
Thomas Massie, ku wekî yekane Komarî tevî Demokrat dengê "na" da, ew bi xwe ye ku pêşnîyaza împîçkirina Hegseth dabû.
Massie, Hegseth tawanbar kir ku wî bêyî destûra Encûmenê şer li dijî Îranê daye destpêkirin û herwiha ew tawanbar kir ku ji Îlona sala borî ve, bi êrîşên leşkerî yên li Deryaya Karîbî û Okyanûsa Pasîfîk, bêyî dadgehkirinê hinek gumanbarên madeyên hişber kuştine.
Hegseth di civîneke rojnamevanî de li Pentagonê roja Sêşemê, ev hewldana li dijî xwe wekî "şanoyeke siyasî" bi nav kir û got ku wî li dijî Îranê operasyonên leşkerî yên "yasayî" pêk anîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ev dengdan wekî “bêgunehkirina” Hegseth bi nav kir.
Serokê Koma Demokratan a di Encûmena Nûneran de Pete Aguilar, ku piştgirîya vê pêşnîyazê dikir, hewldana Komarîyan a ji bo astengkirina wê rexne kir û got ku helwesta Demokratan ew e ku divê Hegseth "ji kar bê dûrxistin."