Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth îro Çarşemê behsa êrîşên Amerîka yên li dijî Îranê kir û got ku ew dê bihez û zelal bin.
Hegseth di axaftinekê de ji rojnamevanan re got, “Ew êrîşên ku îşev dê çêbibin dê bi hêz bin - ew ê zelal bin.”
Wezîrê Cengê got, “Eger pêwîst be ku ew [êrîş] sibê bi şev bibin, wê hingê ew ê bi hêz bin û ew ê zelal bin.”
Wî got, “Îranê derfetek heye ku peymanekê bike.”
“Fermandarîya Navendî dê îşev mijûl be ji ber ku serok Trump got ku em ê bi hişyarî li Îranê bixin - û em ê bikin,” Hegseth got.
Wezîrê Amerîkî her wiha behsa dorpêça li Tengava Hormuzê kir û got, "Projeya Azadîyê - bîrokeya rêvebirina keştîyan di Tengava Hormuzê de - qet ranewestîyaye. Ew tenê çû bin erdê."
Hegseth anî ziman ku “Em di Wezareta Cengê de amade ne ku şert û mercan destnîşan bikin ji bo piştrastkirina ku em wê rekeftina ku serok dixwaze bidest bixin.”