Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Cengê: Me Hêza Deryaya Îranê bi Tevahî Wêran Kiriye

Wezîrê Cengê Pete Hegseth.
Wezîrê Cengê Pete Hegseth.

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku hêzên deryayî yên rejîma Îranê bi tevahî di êrîşên Amerîkayê de hatine wêrankirin.

Hegseth îro Çarşemê di konferanseke rojnamevanî li Pentagon de got ku çar rojan piştî destpêkirina Operasyona Hêrsa Dastanî ve, artêşa Amerîka hemû rêkên deryayî û asmanê Îranê êdî kontrol dike.

"Tenê Amerîka dikare rêbertîya vê yekê bike. Tenê em dikarin vî tiştî bikin. Lê dema ku tu Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) jî zêde dikî, ku hêzeke zor bi şîyan e, ew tevlîbûn hingê dibe wêrankirineke tevahî bo rikaberên me yên Îslamî yên radîkal li Îranê," Hegseth got.

Wezîrê Cengê herwiha ragihand ku rêberê yekîneya rejîma Îranî ku plan dikir Serok Donald Trump teror bike, di vê operasyonê hate kuştin.

"Ji mêj ve me dizanîbû ku Îran dixwest Serok Trump û karbidestên din yên Amerîkayî bike armanc. Lê tevî ku armanckirina kesên ku ev yek plan dikirin ne baldarîya serekî ya vê operasyonê bû, min piştrast kir ew kes jî tê de werin armanckirin."

Hegseth da zanîn ku operasyona Amerîka ligel Îsraîlê bi awayekî rêkûpêk birêve diçe û ewê berdewam bike heta ku armancên xwe pêk bîne.

XS
SM
MD
LG