Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth îro Sêşemê ragiahnd ku eger Îran aqilmend be ewê rêkeftinekê pêk bîne.
Hegseth di konferanseke rojnamevanî de li Pentagonê got: "Serok Trump ji gotina xwe venagere. Hûn dikarin ji Xamineyî bipirsin. Rejîma nû ya Îranê divê niha vê yekê zanibe."
Wezîrê Cengê herwiha got: "Ji ber ku rejîma hatiye guhertin, divê rejîma nû ji ya berê aqilmendtir be. Serok Trump dê rêkeftinekê pêk bîne. Ew amade ye ku wê pêk bîne."
Karbidestê Amerîkayî da zanîn ku mercên gihîştina rêkeftinekê ji Îranîyan re zelal in.
"Eger Îran ne amade be, hingê dê Wezareta Cengê ya Amerîkayê bi awayekî tundtir şer bidomîne," wî got.
Hegseth eşkere kir ku wî roja Şemîyê serdana Rojhilata Navîn kir û li wir rewşa leşkerên Amerîkayî ji nêzîk ve dît. Wî diyar kir ku moralên leşkerên ku beşdarî Operasyona Hêrsa Dastanî dibin, di asta herî bilind de ne.