Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Cengê: Eger Îran Negihêje Rêkeftinekê, Hemû Bijare li ser Maseyê Ne

Pete Hegseth
Pete Hegseth

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegsett got ku divê Komara Îslamî ya Îranê derfeta rêkeftinê ji dest xwe bernede û da zanîn ku eger ew red bike, hemû bijare ji bo Serok Donald Trump li ser maseyê ne.

Hegseth roja Duşemê ji rojnamevanan re got: "Komara Îslamî pêwîst e rêkeftinekê pêk bîne, derfeta wê heye û ev encama ku Serok dixwaze û karê me pêşkêşkirina bijareyan e. Eger rejîma Îranê biryarê bide ku rêkeftinê qebûl neke, bijareyên me yên din ji bo Serok hene."

Li ser pirsa li ser egera êrîşeke leşkerî, wî got: "Her tişt li ser maseyê ye, ev biryara serok e. Em li vir in ku alîkarîyê bikin ku rêkeftinekê pêk bînin û ez dibêjim ku baştir e rejîma Îranê rêkeftineke baş pêk bîne."

Ev gav di demekê de ye ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li dora Îranê zêde kiriye. Du keştîyên mezin ên firokan û bi dehan balafirên şer ên Amerîkî li welatên cîran hatine bicihkirin da ku amadekarîya kiryareke leşkerî li dijî rejîma Îranê bikin eger Trump biryarê bide.

Serok Trump hişyarî daye ku eger rejîma Îranê negihêje rêkeftinekê wê "derbeke dijwar" bide.

Biryar e ku Amerîka û Îran roja Pêncşemê, gera sêyemîn a danûstandinan li Cinêvê pêk bînin, ku ji aliyê Omanê ve tê mêvandarkirin. Karbidestên Amerîkayî dibêjin danûstandin dibe ku "derfeta dawî" ji bo rejîma Îranê be.

XS
SM
MD
LG