Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê: Aştî Tenê bi Rêya Hêzê Dikare Pêk Were

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth roja Şemîyê beşdarî merasîmên salvegera 82'an a Operasyona Normandy li Fransayê bû.

Ew yek ji bo rêzgirtina giyanên leşkerên Amerîkî bû yên ku dema dagirkirina Normandy di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jiyana xwe ji bo parastina Ewrupayê ji zordarîyê feda kirin.

Hegseth behsa fedakarîyên hem Amerîka û hem jî Fransayê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de kir û got: "Em li kêleka hevalbendên xwe ne û hêvî dikin ku ew jî li kêleka me amade û çekdar bin."

Wezîrê Cengê behsa leşkerên Amerîkî yên ku li peravên Normandy mirin kir û got ku wan bi fedakarîya jiyana xwe "azadîya Ewrupayê parastine." Wî got ku divê azadî ji hêla nifşê siberojê yê rêber û şervanan ve were parastin.

Hegseth da zanîn ku "Aştî tenê bi rêya hêzê dikare were peyda kirin; hêz li her du alîyên Atlantîkê û bi amadebûna me ya leşkerî û viyana me ya siyasî."

Hegseth herwiha behs goristana Normandy kir û got: "Ev ne tenê goristanek e. Ew bîrewerîyek e ji bo giyanê leşkerên Amerîkî. Ew dîdevanî ye ji bo fedakarîyên mezin ên ku şervanên me kirine da ku tevahîya parzemîna (Ewrupa)yê ji zordarîyê rizgar bikin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG