Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hegseth: Amerîka, Brîtanya û Australya Dronên Jêrderyayî Pêş Dixin

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegsett îro Şemîyê li Singaporê ragihand ku Amerîka, Brîtanya û Australya dê li jêr Peymana Berevanîya Sêalî (AUKUS) hevkarîyê di pêşxistina dronên jêrderyayî bikin.

Ev bername dikeve ser "stûna duyemîn" a peymanê, ku balê dikişîne ser pêşxistina teknolojîyên berevanî yên pêşketî, di nav de komputerên quantûm, teknolojîya binê avê, mûşekên hîpersonîk, hişberîya çêkirî (AI) û teknolojîya elektronîk.

Hegsett got ku projeya serekî dê sîstemên piralî peyda bike ji bo piştgirîya operasyonên jêrderyayê û berevanîya serwerîya deryayî ya kolektîv a her sê welatan.

Wezîrê Berevanîya Brîtanî John Haley li ser hilcivînaa Shangri-La li Singaporê got ku bername dikare her sê welatan bi teknolojîya herî pêşketî ya qada şer zûtir peyda bike.

Wî zêde kir ku London, Washington û Canberra sensorên pêşketî û sîstemên çekan ji bo dronên jêrderyayî pêş dixin.

Peymana AUKUS di sala 2021'an de di navbera Amerîka, Brîtanya û Australya de hate îmzekirin. Ew beşek e ji hewldanên her sê welatan ji bo rûbirûbûna hêza leşkerî ya Çînê li herêma Hindo-Pasîfîk.

Çînê peyman bi "metirsîdar" binav kir û hişyarî da ku AUKUS dikare bibe sotemenî ji bo pêşbazîya çekan a herêmî.

This item is part of
XS
SM
MD
LG