Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku îro Sêşemê dê êrîşên herî giran dijî rejîma Îranê pêk werin.
Di konferanseke rojnamevanî de li Pentagonê, Hegseth got ku Amerîka dê êrîşên herî tund îro Sêşemê li dijî Îranê pêk bîne.
Wî got: "Di roja 10'an ya Operasyona Hêrsa Dastanî de, em biserdikevin."
Hegseth got ku armancên Amerîkayê di vî şerê dijî rejîma Îranê de diyar in:
"1) Wêrankirina mûşekên wan, mûşekavêjên wan û bingeha pîşesazîya berevanî, anku mûşek û karîna wan ya çêkirina mûşekan. 2) Wêrankirina hêza wan a deryayî. 3) Rêgirtina mayînde li ber Îranê bo bidestxistina çekên navokî."
Wezîrê Cengê careke din tekez kir ku ev şer dê şerekî ne bêdawî be û diyar kir ku Serok Trump dê biryarê bide kengî vê kempeynê bidawî bike.
Ji alîyê xwe ve, Fermandarê Giştî yê Leşkerîya Amerîkayê Dan Caine got ku ji destpêka êrîşan di 28'ê Sibat de, Amerîka bêtirî 5,000 armanc li Îranê di vê operasyonê de kirine armanc, di nav de bêtirî 50 keştîyên hêzên deryayî.