Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth Operasyona Hêrsa Dastanî wekî serkeftineke tevahî binav kir û got ku rejîma Îranê ji bo agirbestê lava kiriye.
Hegseth piştî ragihandina agirbestê di konferanseke rojnamevanî de roja Çarşemê li Pentagonê got, “Îro rojeke mezin e ji bo aştîya cîhanê û serok Trump dîrok nivîsî.”
Wî da zanîn ku "Bi jiholêrakirina piranîya hêza leşkerî ya Îranê û ragihandina agirbestê, karê me niha qedîyaye, lê emê hişyar bin."
Hegseth got, "Divê uranyuma wan a dewlemendkirî ji holê rabe."
Wî tekez kir ku ev mijar dê yek ji xalên serekî yên prosesa danûstandinan be.
Hegseth got ku materyalên dewlemendkirî yên Îranê yên ku li bingehan jêr zemînê hatine veşartin niha di bin "çavdêrîya esmanî" de ne û hemû tevgerên têkildarî materyalan bi berdewamî têne şopandin.
Wî bi destnîşankirina pêşketinên dawî yên di pêkhateya desthilatdarîya Îranê de got, "Hikûmeta nû gihîştîye wê encamê ku peyman bijarteyeke çêtir e."
Wezîrê Cengê got ku bi kuştina rêberê bilind ê Elî Xamineyî û hin karbidestên leşkerî yên payebilind ên Îranê, rêberê nû yê Îranê, ku wî got birîndar bû, neçar ma ku peymanê qebûl bike.