Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîna Fîlm ya Avrînê Fîmekî Nû yê bi Navê Gora 'Hejmar 8' Çêdike


Komîna Fîlm ya Avrîn, fîlmekî nû bi navê Gora Hejmar 8 çêdike ku çend bûyer û sembolên bi hejmara 8 ve girêdayî ne.

Derhênerê fîlm Mihyedîn Arsilan da zanîn ku fîlm ji çîroka nivîskar Hind Ebdalo ku bi heman sernavê ye, hatiye birin.

Arsilan dîyar kir ku naveroka fîlm li dor serpêhateya malbateke Efrînî di çaxa şer de ye.

“Fîm ji wan kesan re dîyarî ye ku di şer de şehîd ketine. Herwiha gelek şehîd hene termê wan hinda bûne. Çîroka fîlm di vê çarçovayê de ye û hejmara heşt di fîlm de serekî ye: zarokê heşt salî, stêrka heştê û gora heştê, herwiha pêkan e fîlm jî heşt xulek bin”.

Tevahîya ekîba fîlm ji endamên Komîna Fîlm ya Avrîn bûn, ku wan xwestiye bi dildarî rolên xwe tê de bilîzin.

Yek ji aktorên fîlmê Selam Îbo dibêje ku fîlm jibo ekîba wan wek erkekê bû, loma bi hestiyarî hate kişandin û çêkirin.

Derhêner Arsilan got ku ev du meh in dîmenên fîlm li Şehba tên kişandin û ew niha bi montaj û deranîna dawî ya fîlm mijûl in.

Arsilan bal kişand ku hin astengî li pêş wan derketine jiber ku wan di rewşeke awarte de fîlm çêkirîye.

Arsilan derbarê projeyên wan yên bo pêşandan fîlm kjî got ku ewê hewil bidin ku di nava gel yê derbider de, li kamp û deverên Şehba fîlm pêşkêş bikin û ger derfet çêbe ewê fîlm derbaz festîvalên sînemayî yên li derve bikin.

Arsilan got ku piştî bi dawîkirina Gora Hejmar 8, ewê Çîroka Pakrewanekî Kurd ya nivîskar Merwan Berekat jî bikin fîlm.

Komîna Fîlm ya Avrîn hejmarek fîlm piştî derbiderbûna gelê Efrînê li Şehba çêkirine û ev fîlm li Rojava û derve hatine pêşandan.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku naveroka piranîya fîlmên Komîna Fîlm ya Avrîn dor êş û azarên şer û penaberî ye.

NR_08_28_2019_Fîlm
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00

XS
SM
MD
LG