Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kuştîyên Êrîşa li Îraqê Geheşte 52 Kesan


Pemimpin senior Hamas Ismail Haniyeh menyapa warga saat mereka merayakan apa yang dianggap sebagai kemenangan atas Israel setelah konflik delapan hari di Gaza (22/11).
Pemimpin senior Hamas Ismail Haniyeh menyapa warga saat mereka merayakan apa yang dianggap sebagai kemenangan atas Israel setelah konflik delapan hari di Gaza (22/11).

Karbidestên Îraqî dibêjin, hejmara kuştîyên êrîşa Yekşemê geheştîye 52 kesan, ku li hemberî dêreke Krîstîyanan li Bexda hatibû kirin.

Hevalbenda El Qaydê ya li Îraqê, Dewleta Îslamî ya Îraqê, berpirsîya êrîşê bi stûya xwe ve girtîbû.

Papa Benedict jî îro Duşemê êrîş şermezar kir û banga xwe dubare kir, jibo bizavên navnetewî yên pêkanîna aştîyê li herêmê.

Polîsên Îraqî derengîya Yekşemê dora Dêra Our Lady of Salvation ya li taxa Karade ya Bexda peçandibûn, piştî ku mîlîtan êrîşî avahî kiribûn û bêtirî 100 kesan dîl girtîbûn.

Heta niha dîyar nebûye çend kes ji alîyê mîlîtanan ve û çend kes jî, di dema hewila rizgar kirinê de hatine kuştin.

Di nav kuştîyan de 30 bawermend û jimareke hêzên ewlekarîyê yên Îraqî jî hene.

Dîdevan dibêjin, mîlîtan bi çek û sîlahên giran ketine avahîyê û dem û dest metranek kuşt.

Polîs dibêjin , 5 heta 7 mîlîtan hatine kuştin û 8 mîlîtanên din jî hatine desteser kirin.

Hat ragihandin ku leşkerîya Amerîkî jî piştgirîya esmanî peyda kirîye, jibo operasyona rizgar kirinê.

XS
SM
MD
LG