Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kuştîyên Peqîna Îraqê Geheşte 32 Kesan


Rûnîştîyên taxa Ur ya paytaxt Bexdayê darbesta qûrbanîyekî hildigrin. Cotmeh 29, 2011.

Karbidestên Îraqî dibêjin, hejmara kuştîyên cot peqînên li Bexdayê bi kêmî ve, geheşte 31 kesan.

Kardestan îro Înîyê da zanîn. Di êrîşê de herî kêm 71 kesên din jî di peqînên li mezgefteke taxa Şîayan de birîndar bûn.

Polîs dibêjin, peqînan ji çend deqqe paş hev qewimîn. Peqîna duyê, piştî ku karkerên hawarçûnê jibo dermankirina qûrbanîyên peqîna yekê geheştibûn cîhê bûyerê pêk hat.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê bi stûya xwe ve negirtîye.

XS
SM
MD
LG