Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirîyên Erdheja Didoyan ya li Wanê Zêde Dibin


Hejmara Mirîyên Erdheja Didoyan ya li Wanê Zêde Dibin

Hejmara mirîyên ji erdheja Çarşemê ya li bajarê Wanê geheşte 17 kesan, piştî ku karkerên hawarçûnê termên 5 kesên din îro Înîyê ji bin kawilan derxistin.

Rêvebirekî hikûmetê îro Înîyê ragihand, bizavên lêgerînê li otela pênc qatî ya hilweşîyayî didomin, tevî ku ti nîşeneya jîyanê ji kawilên otelê nemaye.

Karkaerên hawarçûnê hêvî dikin ku lêgerîna xwe heta nîva şeva ya Înîyê bi dawî bînin. Xem û tirs heye ku hawaya sar ya cemidî wê bandoreke xirab li ser kesên ku hîn jî sax bin bike.

Di erdheja Çarşemê ya bi hêza 5.7 de pirtir ji 25 avahî li Wanê hilweşîyabûn ku ew bajar berê jî bi erdhejeke xûrt ya li 23'ê Cotmehê ya bi hêza 7.3 weran bibû.

Gelek rûniştvanên herêmê ji hikûmetê nerazî ne ku piştî erdheja yekê bi bi rêk û pekî pîvanên ewlehîyê negirtne û bi têra xwe alîkarî negahandîne herêmê.

XS
SM
MD
LG