Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qûrbanîyên Erdheja li Tirkîyê Zêde Dibe


Jineke Kurd li dervayê kona xwe firaqan dişo. Bajarê
Çadirî, Ercîş, Wan, Cotmeh 27, 2011.
Jineke Kurd li dervayê kona xwe firaqan dişo. Bajarê Çadirî, Ercîş, Wan, Cotmeh 27, 2011.

Hewayê sar û berf, çar roj piştî erdheja bi pileya 7.2 bizavên hawarçûnê li bajarê Wanê ya li rojhilata Tirkîyê dijwartir kir.

Karbidestên Tirk hewil didin ku alîkarî bigehînin mexdûrên erdhejê ku bê mal mane. Karbidest radigîhînin hejmara mirîyan geheştîye 523 kesan û herî kêm 1.650 kesên din jî birîndar û nexweş in.

Do Çarşemê 3 kes li bajarokê Ercîşê bi saxî hatine rizgar kirin, lê hêvîyên heyî bo kesên din kêmtir dibin.

Enqere ku di destpêkê de xencî alîkarîyên Îran û Azerbayacanê ti alîkarîyên derveyî qebûl nekirîbû banga alîkarîyê li welatên din kir. Hîn alîkarîyên derveyî ku nav de kon (çadir), kinc û xwarin jî hene geheştine Tirkîyê.

XS
SM
MD
LG