Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kuştîyan li Pakîstanê Digeheje 85 Kesan


Jineke Pakîstanî şîna endamên malbata xwe digire ku li Qaraçi hatine kuştin. Tîrmeh, 8, 2011
Jineke Pakîstanî şîna endamên malbata xwe digire ku li Qaraçi hatine kuştin. Tîrmeh, 8, 2011

Ferman ji hêzên ewlekarîyê yên Pakîstanê re hat dayîn ku di cîhê de teqe li xwepêşandanan bikin, piştî çend rojên tundî û tûjîya sîyasî û etnîkî ku 85 kes li bajarê Qaraçî kuştin.

Wezîrê Navxweyî yê Pakîstanê Rehman Malik îro Înîyê ji rojnamevanan re got, bi dehan berguman hatine desteser kirin, bi girêdayî rêzê kuştinên ku ji Duşemê vir ve diqewimin.

Hêrî kêm 34 kes Pêncşemê tenê hatibûn kuştink, piştî çekdaran gule barandibûn ser otobusan.

Polîs radigîhîne ku bûyerên kuştinê beşek e ji pevçûnên navbêra du partîyên hevrik yên li eyaleta Sind, Tevgera Muttahida Qaumi (MQM) û Partîya Netewî ya Awami (ANP).

MQM şîreka koalîsyona desthilatdar e û nûnertîya civata Urduyan dike. ANP Jî nûnera Peştunên li eyaleta Sindh dike. Tê bawer kirin, peywendîya wan du partîyan û Partîya Gel ya Pakîstanê ya ser desthilatê bi grubên çekdar yên li vî bajarî heye.

Her wiha, zêdeyî 1.000 polîs û personelên leşkerî ji bajarê Qaraçî re hatine veguhastin da ku girjî û alozîya heyî kontrol bikin. Ferman ji wan re hat dayîn ku di cîhê de teqe li xwepêşandanan bikin.

Komîsyona Mafê Mirovan ya Pakîstanê dibêje, li nîva yekê ya vê salê, 490 kes bûne armanca êrîşên bi mebest û hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG