Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hekîm Hişyarî Dide Kurdan ku Pêngavên Yekalî Nevêjin


Hevbendîya Şîayan li Îraqê ji Reuters re dibêje ku ew li dijî referanduma serxwebûnê ya Kurdan e.

Serokê Koalîsyona Şîayan, Ammar el-Hekîm Kurd hişyar kirin ku gavên yekalî nevêjin û herêmên kêşebar yên bi petrol dewlemend, ku ji DAIŞ’ê stendine, nexin bin kontrola xwe.

"Ku ev referandun pêk were, ewê bibe gaveke yekalî. Em pêgir in ku bo çareserkirina kêşeyên heyî dîyalog bi kar were," Hekîm got.

Hêjayî balkişandinê ye ku partîyên serekî yên Kurdan hefteya borî ragihandibû ku ewê îsal referanduma derbarê serxwebûnê bikin.

Kurd dibêjin ku ew di dawîya referandumê de çaverê ne ku “erê” derkeve û ew jî di danûstandinan li Bexda, wê destê wan xurt bike, lê nayê wê wateyê ku ewê bi yekalî serxwebûnê ragihînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotibû ku armanca referandumê wergirtina nêrîna Kurdan e û destpêkirina dîyalogê bi Bexda ye.

XS
SM
MD
LG