Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlementoya Îraqî di Rûniştina Yekê de Helbûsî Weke Serok Hilbijart


Mihemed Helbûsî, Serokê Nû Yê Parlementoya Îraqê
Mihemed Helbûsî, Serokê Nû Yê Parlementoya Îraqê

Rueters 9ê Çile 2022ê. Parlamentoya Iraqê roja Yekşemê yekem rûniştina xwe pêkanî û parlamenterê Sunî Mihemed Helbûsî wek serokê parlamentoyê hilbijart, ku ev pêngavek girîng e ji bo avakirina hikûmeta nû piştî sê mehan ji hilbijartinên niştimanî.

Piştî demekê kurt, parlementoyê dîsa dest bi civîna xwe kir dema ku serokê nû yê demkî ku bi tementirîn kes tê destnîşankirin da ku serokatiya civînê bike, ku Mehmûd El-Meşahadanî, yê di jiyêi 73 saliya xwe de mezintirîn endamê parlamentoyê bû, ji nişka ve nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê.

Pêşî proseya hilbijartina serokê parlamentoyê hat astengkirin ji ber ku aliyên siyasî yên Şîa yên nakok her yekî îdia kiribû ku piraniya parlemanê di destê wan de ye. Piştî gotûbêjên germ û qêrîna di navbera parlamenteran de, serokê demkî yê meclîsê Mehmûd El Meşhedanî berî nexweş bikeve biryara paşxistina rûniştinê da.

Hevpeymaniya siyasî ya Şîa mezheb Fetih ya bi piştevaniya Îranê û Hevpeymaniya Dewleta Yasa, ku serokwezîrê berê Nûrî Malikî serokatiya wê dike, belgeyek pêşkêşî Meşhedanî kirin û daxwaz ji hevpeymaniya xwe kirin ku bibe mezintirîn bloka parlamentoyê.

Parlamenterê partiya oldarê Şîa Moqteda al-Sadir, ku di hilbijartinên Cotmehê de yekembû dengên zêde standbûn, bi tundî li dijî wê daxwazê derket û helwesta xwe wek bloka herî mezin parast.

Parlamenterê Kurd Cemal Koçer got, "Giftûgoya di navbera partiyên Şîa da li ser wê yekê ku kîjan bloka herî mezin e di parlamentoyê de, rûniştin têk bir û bû sedem ku rûniştin bo demek kurt were paşxistin."

Di hilbijartinên 10ê Cotmehê da serkeftiyê sereke, Rewat Sadir ya bi serokatiya oldarê Şîa Moqteda el-Sadr bû, ew kasayetiyeke xwe wek dijberekî tund ê Îran û Amerîkayê nîşan da.

Bloka Sedir, ku di parlemana endamên wê ji 329 kursîyan pêktê, bloka herî mezin e û zêdetir endam hene, wê blokê ji 54 kursiyan xwe gihand 73 kursiyan. Hevrikên wê yên sereke yên bi salan, bloka Fetih e, ku girêdayî milîtanên alîgirên Tehranê ne, di hilbijartinên borî de têkçû, ji 48 kursîyên parlemenê tenê 17 kursî bidest xistin.

Parlamento di civîna xwe ya yekem de roja Yekşemê du cîgirên xwe ji bo serokê parlamentoyê hilbijart.

Piştî hilbijartina desteya serokatiya Parlementoyê di 30 rojan de divê serokomarê nû yê welat hilbijêrin, dema serokomar hat hilbijartin, êdî ewê ji mezintirîn bloka parlamentoyê bixwaze ku hikûmetê pêk bîne.

Li gorî sîstema desthilatdariya Iraqê ku ji dema destûra piştî Saddam Husên di sala 2005-an de hate pejirandin, ji wî çaxî heta niha serokwezîr ji piraniya Şîa mezheb dest bikar dibe, serokê parlamento jî, sûniyên Ereb û serokomar jî kurd e.

XS
SM
MD
LG