Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Qurbanîyên Pevçûnên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê Bo Reqqa û Tebqayê Tên Veguhestin

Arşîv: Heyva Sor a Kurd' zarokek rizgarbûyî derman dike
Arşîv: Heyva Sor a Kurd' zarokek rizgarbûyî derman dike

Çavêrîya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) îro Yekşemê ragihand ku karwanên otobusan ên ku bi dehan sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayîş)ê hildigirtine, ku hemû di şerên dijwar û bombebarana li ser taxên kurdan yên bajarê Helebê de hatine kuştin an birîndarkirin, gihîştine bakur û rojhilatê Sûrîyê.

Çavkaniyên SOHR'ê dibêjin ku birîndarên li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîyê û Benî Zeyd asê mabûn, ji bo nexweşxaneyên bajarên Reqqa û Tebqayê hatine veguhestin.

Di heman demê de, tîmên tenduristî yên li herdu nexweşxaneyan dest bi dabînkirina alîkarîya pêşî û dermankirina lezgîn ji bo birîndaran kirin, tevî ku kirîza nebûna derman û pêdivîyên pizîşkî heye.

Xelkê ku vê dawîyê gihîştine, asê mabûn jiber dorpêça ku di dema pevçûnan de li ser wan hatibû ferzkirin, koçberîya bi zorê ya hevdem û nebûna mercên jiyanê û lênêrîna bizîşkî li taxên dorpêçkirî pêk hatibû.

Jiber nebûna rêxistinên navneteweyî û saziyên alîkariyê li herêmê, Rêveberiya Xweser bi tena serê xwe erkê derxistina birîndaran û radestkirina wan bo navendên pizîşkî û nexweşxaneyan girtîye ser xwe.

Hêjayî gotinê ye ku taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîyê û Benî Zeyd li bajarê Helebê ji 6ê Çile ve, piştî êrîşên leşkerî yên ji aliyê komên di bin ala wezareta berevanî ya hikûmeta demkî ya Sûrî de ketine jêr metirsîyeke mezin û di krîzek mirovî ya dijwar de dijîn.

SOHR dide zanîn ku bi hezaran sivîl di bin şert û mercên mirovî yên giran û trajîdî de asê mabûn, berî ku bi zehmetîyeke mezin ewlehîya derketina van karwanan were misogerkirin.

XS
SM
MD
LG