Karmendên rizgar kirinê û çalakvanan dan zanîn ku êrîşeke bi guleyên topan ku ji herêmên li jêr kontrola hikûmeta Sûrî hatine, li dij bajarokê ku li jêr kontrol serhildêran daye pêkhatîye û çend gule ber nexweşxana bajêr ketine herî kêm 5 sivîl hatine kuştin û ji tîma saxlemiyê jî birîndar hene.
Topbaran roja Yekşemê pêkhatiye û gule top ketine hewşa nexweşxana Atareb li gundewarên Heleba Rojava. Li gor Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov "SOHR" ku bingeha wê li Brîtanya dimîne gotiye, nexweşxane li jêr erdhatiye avakirin da ku ji şerên li herêmê parastî be.
Karmendên Hewarhatinê gotiye di nava kuştiyan de zarokek û jinek hene. Êrîşên ser nexweşxanan pir caran di şerê 10 salan de li Sûriyê pêkhatine.
Li gor karmendên dilxwaz yên li herêmê ku weke "Xwediyên komên Spî" tên naskirin, di Vîdyoyek ku li ser rûpela Facebookê ya rêveberiya tenduristî ya herêmî hatîye weşandin perçeyên gule topan û şopên xwînê yên li ber deriyê nexweşxaneyê tên dîtin.
Fadi Hakim, peyvdarê Civata Dixtoran ya Sûrî-Amerîkî, ku piştgirî dide nexweşxaneyê, got ku zirar gihaye nexweşxanê ku beşa ortopêdîk û beşa çareseriya hewarkî têde hene, "Nexweşxane jibo demekê hat vala kirin," wî got.
Hakim dibêje, ku ew dikare tenê çar kesên hatine kuştin piştrast bike, zarokek jî tê de, û 15 birîndar, pênc ji birîndaran karmendên tendirustiyê ne.
Êrîşên li dijî nexweşxaneyan di şerê Sûriyê de berbilave, û piraniya wan êrîşan berpirsiyarî dikeve ser hêzên hikûmet û hêzên hevalbendên wê.
Rêveberiya tenduristiyê ya li bakurê rojavayê Sûriyê ya bin kontrola serhildêran daye got ku êrîş Yekşemê, êrîşa yekmînbû ji dema Şibata 2020an vir ve pêkhatî.
Saziya Dixtorên Jibo Mafên Mirov ku bingeha wê li Amerîka ye, ragihand ku ji Adara 2011 ve 598 êriş li dijî herî kêm 350 navendên çavdêrîyên tenduristiyê li Sûriyê pêkhatine û tomar kirine, piraniya wan ji hêla hikûmeta Sûrî û hêzên hevalbendên wê ve, Rûsiya jî tê de, pêk hatine. Di heman heyama 10-salî de, herî kêm 930 karmendên tendirustiyê hatin kuştin.
Hikûmeta Sûrî weha dibîne ku ew herêmên li jêr kontrola çekdarên serhildêr dane, weke herêmên terorîstan nas dike.